Dijeterorê Kurdistanê: Droneke Tirkiyeyê li Şingalê çekdarên PKKê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand, dronke Tirkiyeyê komek çekdarên PKKê li Şingalê kiriye armanc û di encamê de berpirsek hatiye kuştin û pasewanek jî birîndar bûye.

Dijeterora Herêma Kurdistanê belav kir, duhî êvarê demjimêr 17:30, droneke Tirkiyeyê, komek çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Zerka yê li rojavayê Şingalê kir armanc.

Li gor daxuyaniya Dijeterora Herêma Kurdistanê, di êrîşê de berpirsekî hewalgiriya PKKê hatiye kuştin û pasewanek jî birîndar bûye.

Ev yek piştî wê tê, Qaymeqamê Şêladizê Rizgar Sarkî duhî ji K24ê re gotibû, firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundê Dêwkêyê bombebaran kirin. Di encamê de 2 welatiyên ku ji bo berhevkirina giyayên biharê li herêmên çiyayî bûn şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bû.

Li gor amarên dawî, heta nîvê Tebaxa 2023an, 274 gund li parêzgeha Dihokê û 47 gund li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de vala bûne.