Hewlêr.. Agir di embareke kelûpelên avahîsaziyê de ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma pîşesazî ya bakurê Hewlêrê, agir bi embareke kelûpelên avahîsaziyê ket û ti ziyanên canî nebûn.

Li herêma pîşesazî ya bakurê Hewlêrê, li nêzî cadeya 100 metrî îro danê sibê li demjimêr 07:00 agir bi embareke kompanyayeke kelûpelên avahîsaziyê ket.

Nûnerê kompanyayê ji K24ê re ragihand, şewat ji ber şorta elektrîkê derketiye. Ti ziyanên canî çênebûne, lê ziyana madî yên mezin ku bi milyonan tên texmînkirin, çêbûne.

Got jî, nêzîkî 10 -12 tîmên Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê hewla kontrolkirina agir didin û got: “Em spasiya hêzên polîs û tîmên berevaniya sivîl yên Hewlêrê kir ku hatin alîkariya me.”

Nûnerê kompanyayê diyar kir jî, wan bi hezaran dolar sîstema vemirandina agir di embarê de danîbûn û her şeş mehan carekê testa wan dikin, lê îro di dema şewatê de ew sîstem kar nekiriye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrewdelî ji K24ê re ragihand, wan kariye ji sedî 80ê agir kontrol bikin û hewl didin di demeke kurt de yên din jî kontrol bikin.

Ev şewat piştî wê têm roja 27ê Sibata borî agirekî mezin bi bazara Lengê ya Hewlêrê ketibû û 166 dikan şewitîbûn.