Meral Daniş Beştaş red dike xwe ji bo namzedê CHPê vekişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê DEM Partiyê red dike xwe fi berjewendiya namzedê CHPê de vekişîne.
Namzeda DEM Partiyê ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş ji “KRT TV” re ragihand, Wî ji bo hilbijartinên şaredariyê yên Stenbolê, ti rêkeftineke wan a veşartî bi CHPê re nîne.
Meral Daniş Beştaş li ser gotegotên vekişîna wê di berjewendiya namzedê CHPê de got, tiştekî wiha tune ye û got: “Rewşeke min a bi vî rengî nîne. Ji ber ku eger rewşeke vekişînê hebûya, ez nedibûm namzed.”
Herwiha Namzeda DEM Partiyê ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxwaz ji endam û alîgirên xwe kir jî ku dengê xwe bidin wê.
Meral Daniş Beştaş tekez kir jî, ew ji bo bidestxistina serokariya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê rijd in.