Li Diyarbekirê 2 ji rêveberên CHPê derbasî nava AK Partiyê bûn

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinên şarederîyan yên 31'ê Adarê re, li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê geşedaneke siyasî ya neçaverêkirî rû da.

Serokê Şaxa CHPê ya navçeya Çinarê Behçet Kaya û namzedê Şaredariya Çinarê ya CHPê Halît Kaya, dest ji partiya xwe berdan.

Di merasima ku li navenda AK Partiyê ya şaxa Çinarê hatiye lidarxistin de, Beçet Kaya û Halît Kaya tevlî AK Partiyê bûn.

Namzedê Şaredariya Çinarê ye AK Partiyê Davut Arzu spasiye xwe li kesên ku beşdarî partiya wan bûne kir.