Dayikên zarokên revandî li pêş Baregeha Mezlûm Ebdî ketine grevê

Dayikên zarokên revandî
Dayikên zarokên revandî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hesekê, dayikyên  ku zarokên wan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş baregeha Fermandarê Giştî yê HSDê ketine grevê û daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.

Li gorî zanyariyên K24ê, hejmarek ji dayikyên ku zarokên wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş bargeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî ya li bajarê Hesekê ketin grevê.

Dayikan daxwaza naskirina çarenivîsa zarokên xwe û vegerandina wan bo malê ji Mezlûm Ebdî kirin.

Mangirtina dayikan ji roja sêşema derbasbûyî ve dest pê kiriye û heta niha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bersiva wan nedaye.

Di dema dawî de, çend zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatibûn revandin, malbatên zarokan jî daxwaza vegera zarokên xwe dikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.