Aliyên siyasî amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dê çavdêriya hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bike. Hin aliyên siyasî nêrînên wan ên cuda derbarê hilbijartinan de hene. Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku hinek pirsgirêk hene ku komîsyonê heta niha nekariye wan çareser bike.

Herêma Kurdistanê ber bi xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ve diçe. Hilbijartinek e ku gelek çav li ser in û cudatir ji yên berî ye, ji ber ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dê çavdêriya wê dike.

Kargîrê Encûmena Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdula ji K24ê re got: “Li ser hilbijartinan, ne piştrastbûnê didim û ne jî gumanê lê dikim. Lê bi nêrîna me, hilbijartina vê carê ji yên berê cudatir e, vê carê Herêm li ser 4 deverên hilbijartinê hatiye dabeşkirin, derfeta sextekariyê kêmtir dibe. Herwiha Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dê serperiştiyê bike, ku dibe ku yeksantir li aliyan binêre.”

Bi xwendina hilbijartinên parlemanî yên sala 2017an yên Encûmena Nûnerên Iraqê û hilbijartinên dawî yên encumenên parêzgehên Iraqê, komîsyonê çendîn kêşeyên wê yên teknîkî hebûn, ku ya herî diyar jî nexwendina şopa tiliyên dengderan bû. Li gorî Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê li Liqê 4 ê PDKê Merîwan Elî, eger ev pirsgirêk neyên çareserkirin, nikare proseyê misoger bike.

Dadgeha Federalî li roja 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kuta yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hilweşand û hejmara kursiyan ji 111 daxist 100 kursiyan.

Piştî biryara Dadgeha Federal jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.