Li Diyarbekirê deklaresyona Newroza 2024an hat aşkerekirin

Diyarbekir (K24) – Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) û pêkhateyên Dem Partiyê, li Diyarbekirê deklaresyona Newroza 2024an ragihand. Di daxuyaniya ku Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdar bû de bang li hemû gelê Kurd hat kirin ku bi rihê berxwedanê li Newroza îsal xwedî derkevin.

Deklaresyona Newroza 2024an, li Diyarbekirê ji aliyê Parlamenterê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Berdan Ozturk ve hat dayîn û li ser rewşa giştî ya siyasî û pirsa Kurd hat rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Newroza 2024an ji bo têkoşîna li dijî qirkirina maf û azadiyên Kurdan, av, ax û zimanê Kurdan girîng e û dê qadên Newrozê jî di daxwaza van mafan de bibin qadên berxwedanê. Hat diyarkirin ku di vê pêvajoya ku di nav de şerê 3emîn ê cîhanê tê jiyandin de Rojhilata Navîn ji nû ve tê teşedayîn û di vê pêvajoyê de hem qeyran hem jî derfet hene.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê wekî Dem Partî ji bo yekîtiya gelê Kurd û bidestxistina maf û azadiyên Kurdan bixebitin.

Ji bo bernameya Newrozê jî hat ragihandin ku di 15ê Adarê de li ser bircên sûrên Diyarbekirê û li ser Qeleya Îzmîrê ku bûne sembolên Newrozê, dê agir bên vêxistin û dê di 16ê Adarê de jî li Wan, Êlih, Şirnex, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê bernameyên Newrozên werin rêvebirin.

Her wiha hat zanîn ku Newroz herî dawî dê bi şahiya girseyî li Qada Newrozê ya Diyarbekirê bê pîrozkirin.

Piştî Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî û wê jî bal kişand ser şerê li cîhan û Rojhilata Navîn û rola Tirkiyeyê ya di vî şerî de.

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku 40 sal in ku pirseke Kurd a ku bingeha wê digihîje 100 salan heye û ev pirs jî pirsa statuye ye ku her welat ji bo Kurdên nav xwe statuye bide, dê çareseriya pirse pêkan be.

Hevseroka Dem Partiyê bi berdewamî got ku heger hûn ji bo gelê Filîstînê banga maf û azadiyan bikin lê hûn heman dijberiyê li Rojava û Efrînê bikin, dê bangên we yên ji bo Filîstînê jî dilsoz neyên dîtin. Her wiha amaje kir ku heger pirsa Kurd li Tirkiyeyê bê çêareserkirin, dê Tirkiye li Rojhilata Navîn jî û di şerê Rusya û Ukraynayê de jî xwedî gotinên bi bandor be.

Herî dawî bang li gelê Kurd hat kirin ku bi girseyî xwedî li Newroza 2024an derkevin ku ev Newroz dê bibe bingeha daxwaza çareseriya pirsa Kurd û maf û azadiyên gelê Kurd.