Hejmareke pirojeyên tendirustî li Helebce û Hewramanê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Helebceyê û devera Hewramanê dike û çend pirojeyên tendirustiyê yên giring jê re vedike, ku ya herî giring vekirina Nexweşxaneya Giştî ya Hewramanê ye bi tevaya pişk û pêdivîtiyên wê yên pizişkî ve.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Yekşem, 10.03.2024) serdana parêzgeha Helebceyê û devera Hewramanê kir û ew serdana wî serdaneke asayî nebû belkî pirî piroje û berhem bû, ya herî giring vekirina Nexweşxaneya Giştî ya Hewramanê bû, ku tevaya pêdivîtiyên wê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi yek milyar dînaran jê re hatine dabînkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di derheqa serdana xwe de ji K24ê re got, “Îro ji bo Helebceyê rojeke pirî xizmetkariyên tendirustî bû, em pîrozbahiya welatiyên wê û devera Hewramanê dikin. Bi rastî ez dixwazim spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikim, ku berdewam razîbûna xwe ji bo pirojeyên Helebceyê diyar kiriye”.

Saman Berzincî amaje jî da ku, tenê ji bo amûrên pizişkî heft milyar dînar hatine terxankirin û hindek ji wan gehiştine jî, ji bo mînak li Nexweşxaneya Biyareyê, ku îro bi awayekî fermî hatiye vekirin, bi gojimê yek milyar dînaran amûr û pêdivîtî jê re hatine dabînkirin, herwesa dabînkirina ambûlansan û kargeha oksicînê jî bi gojimê 385 milyon dînaran bûye.

Her di çarçoveya serdana xwe de, Wezîrê Tendirustiyê li Helebceyê Nivîsîngeha Bûn û Mirinê vekir, ku karên wan bi awayekî sîtematîk rêk dixe, herwesa Senterê Hawarhatina Bilez jî li Helebceyê vekir, zêdebarî senterê nexweşiyên hers û ciger û nexweşiyên memikan.

Soza dabînkirina amûrekî pêşkeftî yê destnîşankirina nexweşiyên penceşêrê jî da xelkê Helebceyê, herwesa soz da ku bi gojimê 500 milyon dînaran kolîja pizişkî li zanîngeha Helebceyê bê vekirin û ji bo nexweşxaneya Hewramanê jî 130 karmend hatine damezrandin.