54 sal di ser Rêkeftina 11’ê Adarê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 54 saliya Rêkeftina 11ê Adara 1970ê ye ku di navbera serkirdeyê tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî û rejîma berê ya Iraqê de hatibû îmzekirin.

Rêkeftin ji pêşgotinekê û 22 xalan pêk dihat ku 15 ji wan eşkere û 7 jî nehênî bûn, xalên nehênî jî girêdayî diyarkirina herêma otonomî ya Kurdistanê, sererastkirina destûra Iraqê û çareserkirina navçeyên Kurdistanî Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê bûn.

Deqa Daxuyaniya Hevpar a Rêkeftinê:

Yekem: Naskirina zimanê kurdî li kêlek zimanê erebî li herêmên ku piraniya wan Kurd in.

Duyem: Kurd dê bi tevahî beşdarî rêveberiyê bibin, di nav artêşê de jî.

Sêyem: Perwerde û çanda kurdî bê pêşxistin.

Çarem: Li herêmên ku piraniya wan Kurd in, hemû karmend dê Kurd bin.

Pêncem: Kurd azad in ku rêxistinên xwendekar, ciwan, jin û mamosteyan ava bikin.

Şeşem: Budceyeke pêwîst ji bo avakirina Kurdistanê bê terxankirin.

Heftem: Mûçeyek ji bo malbatên şehîdan, hejar û penaberan tê diyarkirin.

Heştem: Kurd û Ereb dê vegerin cihên xwe yên berê.

Nehem: Çaksaziya çandiniyê dê bê kirin.

Dehem: Gelê Iraqê ji du neteweyên Kurd û Ereb pêk tê.

Yazdehem: Radyo û çekên giran dê radestî dewletê bên kirin.

Duwazdem: Yek ji cîgirên Serokkomarê Iraqê Kurd be.

Sêzdehem: Îdareya welat li gor vê rêkeftinê tê birêkxistin.

Çardehem: Budçeya herêmên ku piraniya wan Kurd lê dijîn, dê di yekîneyeke otonomî de bê birêkxistin.

Pazdehem: Gelê Kurd li gorî nifûsa xwe beşdarî desthilata yasadananê dibe.

Lê di demeke kin de piştî ji nû ve birêxistinkirinê, rejîma Beisê rêkeftin binpê kir, navê Kurd wek netewe di destûra demkî ya sala 1970’an de bicih nekir û perwerdeya Kurdî hiweşand. Herwiha cîbicîkirina heşt xalên rêkeftinê jî paşguh kir. Li Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê pêvajoya erebkirinê berdewam kir. Feylî ji Bexdayê derxistin, nasnameya wan ji wan stand û bêyî Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê herêmeke otonomî a Kurdistanê bi yekalî diyar kir. Di 6’ê Adara 1975’an de ji bo têkbirina Şoreşa Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymanek îmze kir.

Gelek ji sîyasetmedar û çavdêrên siyasî vê rêkeftinê, wek destkefta duyem a piştî Peymana Sevrê dibînin ku tê de hikûmeta Iraqê mafên netewî yên gelê Kurd nas kir û vê rêkeftinê hêvî da civaka Kurdistanê.