Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê berhema têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera rêkeftina 11ê Adarê de dibêje, “Bila em vê bîranên li Herêma Kurdistanê bikin derfeta hevtêfihîştina hevbes a aliyên siyasî” û li Iraqê jî “Em pend û wane ji paşeroja biêş a welat werbigirin û destûrê cîbicî bikin.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Em îro 54 saliya rêkeftina 11ê Adara 1970ê ku, di navbera hikûmeta Iraqê ya wê demê û Şoreşa Mezin ya Îlonê bi serokatiya Barzanî yê nemir da îmza kiribû, bi bîr tînin. Ev Rêkeftinname werçerxanek çarenivîsaz û yekem belgeya fermî bû di dîroka nûjen da. Ew berhema tekoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû ku, hikûmeta Iraqê neçar kir hindek mafên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike û bû bingehê hemû destkeftên gelê Kurdistanê yên paşerojê.

Bi vê minasebetê em dîroka pir bi êş û jan ya dewleta Iraqê bi bîra hemûyan tînin ku, lojîka hêz, fikir û siyaseta înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û pêkhateyên Iraqê bi giştî çi ziyan gihandiye welat? Poşmanbûna hikûmeta hîngê ya Iraqê ji rêkeftinê, şer, wêranî, karesat û nearamî ji bo Iraq û gelên wê bi berdewamî bi xwe ra aniye ku encamên wê heta îro jî berdewam in.

Bila em li Herêma Kurdistanê vê bîranînê bikin derfeta lihevtêgihiştina hevbeş a aliyên siyasî ji bo derbaskirina pirsgirêk û nakokiyan û bi hev ra rûbirûyê aloziyan bibin û destkeftan, mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê biparêzin. Li Iraqê jî divê ders û îbretan ji dîroka rabirdû a bi êş a welat werbigrin, destûrê bicîh bikin, sîstema federalî û mafên hemû gelan û pêkhateyên Iraqê biparêzin û bi nêrîneke hevbeş ber bi paşerojê gavan pavêjin.

Silav li bîranîna rêkeftinnameya 11ê Adarê û silav li giyanê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.03.2024