Lîwa Ebdulxaliq Telet: DAIŞ bidawî nehatiye û livînên wê berdewam in

Lîwa Ebdulxaliq Telet
Lîwa Ebdulxaliq Telet

Navenda Nûçeyan (K24) – Di derheqa berdewamiya operasiyonan de ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandeya Operasiyonên Hevpar a Îraqê radigehîne, “Operasiyonên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in”. Herwesa dibêje, “Livînên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Îraqê bidawî nehatine”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandeya Operasiyonên Hevpar a Îraqê Lîwa Ebdulxaliq Telet ji K24ê re ragehand, “DAIŞ li deverên Kerkûk, Tikrît, Rumadî, Diyale, Xurmatû, Daqoq, Sersar û bilindahiyên çiyayê Hemrînî berdewam di livînê de ye, ev jî wê yekê digehîne ku çekdarên DAIŞê hêşta li Îraqê mane”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandeya Operasiyonên Hevpar a Îraqê herwesa got, “Li devera Tarmiyeyê jî ku gelek nêzî Bexdayê ye, DAIŞ berdewam di livînê de ye û tê de çalak e”. Herwesa got, “Hêz û medyayên Îraqî tiştan wekî heyî belav nakin”.

Lîwa Ebdulxaliq Telet di derheqa çalakbûna Lîwaya Bîstê de ragehnd, “Lîwaya Bîstê di vê mehê de dawiyê li meşqkirinê tîne, li dû bernameyekê li wan deveran tê belavkirin û bandoreke baş peyda dike”.

Navbirî amaje jî da, “DAIŞ bi rêya kom û kesan êrîşan dikin. Li dû zanyarên min, piraniya çekdarên DAIŞê ji welatên derdoran in”.

Ev çend roj in Artêşa Îraqê û Heşda Şebî di bersiva livînên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê dest bi deoperasiyoneke berfireh kiriye.

Di berdewamiya qonaxa sêyê ya operasiyonên Weidulheq de li çend parêzgehên Îraqê, 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Livînên DAIŞê zêde bûne û taktîkên êrîşên wan bi hindek guhertinan tên kirin. Kiryarên DAIŞê di navbera şerê rasterast bi narincokan de heta çandina bombeyan û revandinê û kiryarên din bûne, verovajî êrîşên berê ku zêdetir pişta xwe bi xwekuj û erebeyên bombekirî û çekên giran gerim dikir.