Li Londonê qurbaniyên Enfal û kîmyabarana Helebceyê tên bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Avahiyê Parêzgeha London Lampêzê, merasîmek ji bo bîranîna qurbaniyên Enfal û kîmyabrankirina Helebceyê tê kirin, belgefilmekî Kurdistan24ê li ser kîmyabarankirina Helebceyê tê nîşandan û hindek ji rûniştiyan digirîn.

Di wê merasîmê de, kesek bi girî ve behsa çîroka şehîdbûna heft endamên malbata xwe di kîmyabarankirina Helebceyê de dike. Rûniştiyên Kurd û yên biyanî jî xemgîn in, çavê wan li wî ye û guhdariya wî dikin.

Ev merasîm di çarçoveya çalakiyeke London Lambêzê de, ku ji bo bîranîna kîmyabarankirina Helebceyê û enfalan bi rêve çû, hat kirin.

Kameran Newroz got, “Wekî yek ji kesûkarên şehîdan, me daxwazî ji Hikûmeta Îraqê heye ku kesûkarên şehîdan û rizgarbûyîyên çekê kîmyayî qerebû bike, ji ber ku ew yekane rê ye ji bo dermankirina birînên kesûkarên şehîdan û birîndarên çekê kîmyayî”.

Serkirdeyekî Partiya Karkeran jî ku li Brîtanyayê partiya opozisyon e pêdivî dibîne ku ev rûdan wekî jenosîd ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve bê nasandin û got, “Ez gelek dilxweş im ku tevlî vê merasîmê bûme ji bo bîranîna kîmyabarankirina Helebceyê”.

Navbirî tekez jî kir, “Bi nerîna min, giring e dema em Helebceyê bibîr tînin, di eynî demê de em kempeynekê jî bikin, ji bo ku Hikûmeta Brîtanyayê vê tawanê wekî jenosîd bide nasandin û daxwazê ji tev hikûmetên din ên cîhanê jî bike ku wekî jenosîd bidin nasandin”.

Ev merasîm ji aliyê Parêzgerê London Lambêzê Serbaz Berzincî ve hatibû rêkxistin. Di wê dema ku ew parêzger bû de, wî gelek ji desthilatên xwe ji bo xizmetkirina civaka Kurdî li Brîtanyayê terxan kirine.

Serbaz Berzincî ji K24ê re got, “Ev bîranîn li avahiyên hikûmî û bi awayekî fermî ji awayên din cudatir e. Tev bîranînan rol û bandora xwe heye lê bi nerîna me li avahiyê hikûmî û bi awayekî fermî dê bandoreke zêdetir hebe”.

Ji bilî biyaniyan, Revenda Kurdî jî li avahiyê London Lambêzê tevlî vê merasîmê bû. Par jî peykerê Omerê Xawer li eynî avahî hatibû danan.