Parêzgerê Dihokê: Karwanê avedaniyê berdewam dibe

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê berê binyatî ji bo pênc pirojeyên xizmetkariyan li Akrê dadine û dibêje, “Di ser wan astengan re yên ku ji me re tên çêkirin, karwanê avedaniyê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî berdewam dibe”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 12.03.2024) serdana qezaya Akrê kir û di roja salvegera serhildana Akrê li dijî rijêma Beis de berê binyatî ji bo pênc pirojeyên xizmetkarî li navenda Akrê danan.

Parêzgerê Dihokê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Bi gojimê zêdetirî heft milyar dînaran berê binyatî ji bo pênc pirojeyên xizmetkarî li navenda bajarê Akrê hat danan. Di rojên bê de em dê vebigerin û dê berê binyatî ji bo çend pirojeyên din ên xizmetkarî li nahyeyên qeaya Akrê dabinin”.

Elî Teter tekez jî kir, “Di ser wan qeyranên aborî re yên ku ji me re tên çêkirin û ew astengên di rêya me de tên danan, karwanê avedaniyê li jêr çavdêriya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî li seranserî parêzgeha Dihokê berdewam dibe”.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Wekî ku me pêştir jî gotiye, ez xelkê xwe piştrast dikim ku li sinorê parêzgeha Dihokê ji niha û pê de her heftiyekê an hindek piroje dê bên vekirinan an jî berê binyatî ji bo hindek pirojeyên din dê bê cudahî li tevaya qeza û nahyeyan bê danan”.