Li Diyarbekirê rûdaneke trafîkê çê bû, 9 birîndar hene

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê mînîpaseka rêwiyan wergeriya û 9 rêwî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, mînîpaseka jig undan ber bi Diyarbekirê dihat û li ser rêya Diyarbekir û Farqînê kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Di wê rûdanê de, 9 rêwî birîndar bûn ku 4 ji wan zarok bûn.

Rêwiyên birîndar ji aliyê tîmên saxlemiyê ve ji bo nexweşxaneyên cuda cuda yên Diyarbekirê hatin rakirin.

Ji aliyê tîmên ewlehiyê ve li ser bûyerê lêpirsîn hatine destpekirin.