Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û danûstandinan li ser sê teweran dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî dike û danûstandinan li ser sê tewerên serekî dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 13.03.2024) bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bicive.

Li dû xişteya karî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, tewerê yekê yê wê civînê dê girêdayî serdana Şanda Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê û civînên wê yên bi berpirsên bilind ên wî welatî re be. Di vî tewerî de, danûstandin dê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamên hikûmeta wî ve bên kirin.

Her li dû wê karnameyê, Serokê Desteya Destpakiyê dê rapoteke girêdayî bicihanîna “stratejiya niştîmanî ji bo rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê-Îraq”ê berçav bike, ku pêştir ji aliyê wê civatê ve hatibû pejirandin.

Pareke din a civîna Civata Wezîran dê girêdayî pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê be. Wezîrê Darayî dê pêngav û rêkarên vê dawiyê yên wezareta xwe û aliyên peywendîdar ên girêdayî mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya dawî pêşhat û guhertinan berçav bike.