Nehro Rewandizî: Ew skalaya li Dadgeha Federalî hatiye tomarkirin tevaya berhemên neftî vedigire

Nehro Rewandizî
Nehro Rewandizî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Belavkirina berhemên neftî li ser welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi du bihayên cuda berovajî destûrî ye”, her li ser vê bingehê skala li Dadgeha Federalî tomar kiriye.

Dadgeha Federalî ya Îraqê îro (Çarşem, 13.03.2024) li ser skalaya Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Perlemanter Nehro Rewandizî ya girêdayî giraniya bihayê nefta spî û berhemên din ên neftî li Herêma Kurdistanê dicive.

Skalaya Perlemanter Nehro Rewandizî li dijî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Sikirtêrê Giştî yê Civata Wezîran û Wezîrê Petrolê yê Îraqê hatiye tomarkirin, ku li dijî bicihneanîna biyara hejmar 23726 a Civata Wezîrên Îraqê ye, ku girêdayî erzankirina nefta spî li Herêma Kurdistanê bû, ji bo her litrekê ji 500 heta 250 dînaran.

Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Perlemanter Nehro Rewandizî ji K24ê re ragehand, “Di dema bicihanîna erkê xwe de li Civata Nûnerên Îraqê, me têbînî kir ku cudahî di navbera bihayên berhemên neftî ji bo welatiyên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê de heye. Vê yekê em neçar kirin ku vê skalayê tomar bikin, ji ber ku ev yek berovajî destûrî ye”.

Nehro Rewandizî got, “Me li ser vê pirsê gelek caran nivîsar pêşkêşî Wezîrê Petrolê û Serokatiya Civata Wezîran kirine, herwesa me pirsyar ji Wezîrê Neftê jî kiriye, lê bi çi awayan bersiva me nehatiye dan, lewma em neçar bûn skalayê li Dadgeha Federalî tomar bikin”.

Navbirî amaje jî da, “Me di skalaya xwe de daxwaz kiriye ku berhemên neftî bi eynî nirx û bir û kalitî li ser welatiyên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê bên belavkirin. Helbet ev skala bihayê benzînê û gaza malan jî vedigire”.

Nehro Rewandizî di pareke din a gotinên xwe de ragehand, “Îro seet 03:00 yê piştî nîvo, Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê li ser mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û dawî biryarên Dadgeha Federalî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dicive”.