Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Stephen Hitchen
Mesrûr Barzanî û Stephen Hitchen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 13.03.2024) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û rewşa giştî û dawî pêşhatên Îraq û deverê û giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî û lihevkirinan hatin kirin.

Wekî amaje pê hatiye dan, her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanî hevnerîn bûn.

Di wê ragehandinê de hatiye, Balyozê Brîtanyayê tekez li ser wê yekê kiriye ku hevpariya wan bi Herêma Kurdistanê re cihê giringî û pûtedana me ye û dê li ser hevahengiya tevalî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam bin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê berevaniyê ji mafên xwe yên destûrî dike û li bin çi givaştinan destan ji mafên xwe bernade.

Piştevanîkirina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û giringiya parastina mafên pêkhatên Kurdistanê û pêdivîtiya pêkanîna Civata Federalî jî mijarên çend tewerên din ên wê civînê bûn.