Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji projeya 'Hejmara Min' paşve gav navêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî radigihîne, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re hewl dide pirsgirêkan çareser bike. Herwiha got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji projeya 'Hejmara Min' paşve gav navêje.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 13ê Adarê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî di konferanseke rojnamevanî de behsa naveroka civînê kir.

Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir ku li ser vexwandina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, serdana Washingtonê kiribû. Herwiha li Washingtonê çendîn civînên baş û berhemdar hatin encamdan û tê de Amerîka piştevanî û hevkariya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka her dem li gel gelê Herêma Kurdistanê bûye û di hemû deman de piştevan û hevkar bûye.

Pêşewa Hewramanî got, Herêma Kurdistanê dixwaze destûra Iraqê neyê binpêkirin û li gorî destûrê reftar bi gelê Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Derbarê mûçeyên karmendê Herêma Kurdistanê de jî got: “Nîyeteke baş a Bexda li hember Herêma Kurdistanê nîne. Xelkê Herêma Kurdistanê ne dîlê e ku her mehê mûçe bi awayekî jê re bê şandin.”

Got jî: “Em di ti rewşekê de dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bernadin. Ew pereyên ku ji bo mûçeyan hatine şandin, 300 milyar dînar kurtêhênan tê de heye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şandina hemû mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sûdanî re di nava pêwendiyê de ye. Di ti yasayekê de mûçeyan bi vî awayî nayê şandin, divê kêmasiyên ku di mûçeyan de hene bê dagirtin.

Hewramanî derbarê projeya Hejmara Min de got: “Heta niha zêdetirî 240 hezar karmend beşdarî projeyê bûne. Hikûmet plan dike ku heta dawiya îsal kartên bankê yên hemû karmendan hebe. Ew bankên ku di nava Hejmara Min de ne, navên wan di lîsteya reş a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de nîne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: “Hikûmet dixwaze hemû karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya Hejmara Min sûdê ji 19 xizmetên bankî werbigirin.”

Herwiha got jî: Piştî projeya Hejmara Min, aboriya Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibe, welatî jî dê ji gelek xizmetguzariyan sûd werbigirin û dê li piraniya cihan amûrên kişandina pereyan bên danîn.”

Derbarê lîsteya mûçeya meha Sibatê de got, ew pereyên ku li ser hesabê Wezareta Darayî hatine razandin, dest lê nehatiye dayîn. Ji ber ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re di peywendiyê de ye û dibêje: “Pêwîste ew pere bi tevahî werin şandin, lê heya niha mûçeyê malbatên şehîdên Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva peyamnêrê K24ê ya derbarê hêzên Pêşmerge de ragihand, hêzên Pêşmerge ji pêdiviyên leşkerî û mûçeyên Hikûmeta Iraqê bêpar hatine hîştin. Di demekê ku hêzên neyasayî û deryasayî, gelek pere ji wan re tên dayîn.

Derbarê Dadgeha Federal de jî askere kir, Dadgeha Federal di heyama du salên borî de zêdetirî 8 biryar li dijî Herêma Kurdistanê derxistiye. Dadgeha Federalî li ser navê hikûmet û parlamentoya Iraqê biryarê dide, biryarên Dadgeha Federalî siyasî ne û li dijî destûra Iraqê ne. Her kes li Bexdayê ji bo cezakirina Herêma Kurdistanê bûye desthilatdar.

Hewramanî got: Herêma Kurdistanê ne lawaz e û xwe radestî wê îradeyê nake ku dixwaze Herêmê biçûk bike, em ti carî dest ji mafên destûrî yên Herêmê bernadin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê de got: “Destpêkirina hinardekirina petrolê, mijareke siyasî ye û ti pêwendiya wê bi kêşeyên teknîkî ve nîne. Heta ku petrola me hebû, kêşeyên me yên mûçe jî nebûn, me dikarîbû bi her awayî mûçe belav bikirana.”