Encûmena Wezîran: Divê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal hemû mûçeyê karmendan bişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 13ê Adara 2024an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr civiya.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî balkişand li ser serdana şanda bilind a bi serokatiya Serokwezîr bo Amerîkayê û hevdîtinên wê yên li Washingtonê li gel berpirsên payebilind ên Koşka Spî, Wezareta Derve, Berevanî, Xezîne û Kongressê ji 26ê Sibatê û heta 5ê Adara 2024an.

Serokwezîr diyar kir, di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Amerîkayê de, guftûgo li ser pêşdebirina peywendiyên dualî yên dostane û taybet û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, parastina qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê, mafên pêkhateyên Herêmê û avakirina Encûmena Federal.

Piştre Wezîrê Karûbarên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî amaje bi wê kir, ew serdan gelek serkeftî bû û şande ji aliyê berpirsên pilebilind ên Amerîkayê ve rastî girîngiyeke mezin hat û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Xala duyem jî ji pêşkêşkirina yekemîn raporta Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê nirxandina asta cîbicîkirina stratejiya niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê bû ku berê di Îlona 2021an de ji hêla Encûmena Wezîran ve hatibû pejirandin. Kurteya raporê ji aliyê Serokê Komîsyona Gendeliyê Ehmed Enwer ve hat pêşkêşkirin. Di raporê de çendîn rasperde û pêşniyarên saziyên fermî di çarçoveya stratejiyê de cih girtine, ji wan jî hişyarkirina li dijî gendeliyê, pêşxistina çavdêriya navxweyî, guhertina çend yasa û rênimayan, avakirina şiyan û perwerdekirina karmendan.

Encûmena Wezîran ji bilî destxweşiyê li pêş pêşkirina raportê, helwesta xwe ji bo berdewamkirina tedbîrên ji bo şefafiyet, berpirsiyarî û rûbirûbûna li dijî gendeliyê dupat kir û di heman demê de wezaret û aliyên peywendîdar raspardin ku şopdarê cîbicîkirina pêşniyaran bin.

Piştre Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab pêngav û tedbîrên dawî yên Wezareta Darayî û Aborî û wezaret û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mûçeyên karmendan li ser rewşa dawî û guhertinên dawî pêşkêş kir.

Wezîrê Darayî û Aborî eşkere kir, wezareta wan ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal daxwaz kiriye ku bê cudahî mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî (949,813,146,170) milyar dînar ji bo meha Sibatê ya sala 2024ê were dayîn.

Lê Wezareta Darayî ya hikûmeta federal tenê 569 milyar û 219 milyon dînar terxan kiriye, ku ew jî tenê %59ê mûçeyê giştî ye, ku kêmasiyê di dayîna mûçeyên meha Sibatê de çêdike.

Wezîrê Darayî û Aborî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya (Hejmara Min) demeke dirêj e dest bi proseya (Tewtîn) bi çavdêriya Banka Navendî ya Iraqê proseya darayî kiriye.

Encûmena Wezîran ji ber van tedbîran destxweşî li Wezareta Darayî û Aborî û şanda danûstandinên bûdceyê kir. Di heman demê de Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku nabe yek ji wan tedbîrên Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî, bibe cihê bêparkirina karmandên Herêmê ji mûçeyên xwe ku ji mafên wan ên darayî ye û divê weke karmendên mûçeyên navçeyên din ên Îraqê serederî bi wan re bê kirin. Ji ber wê jî em tekez li ser wê yekê dikin ku mûçeyê hemû karmendên Herêma Kurdistanê bê dayîn û karmendên Herêma Kurdistanê ji maf û şayisteyên xwe yên darayî bêpar nemînin. Ji ber ku ev mafê destûrî û yasayî yê karmendên Herêmê ye û nabe bi ti nakokiyek di navbera her du hikûmetan de were tevlihevkirin û astengî li pêşiya xerckirina wan bên danîn.

Encûmena Wezîran herwiha tekez kir, ti astengî li pêş girêdana bi pirojeya (Hejmara min) nîne, ku pirojeya bankî ya giring û pêşkeftî ye û dişibe proseya (Tewtin) û bihayê wê kêmtir e û xizmetguzarîyên wê jî baştir e. Ji ber wê jî divê karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe bi rêya Wezareta Darayî û (Hejmara Min) werbigirin û ji gelek xizmetguzarî û qerzên bankî sûd werbigirin. Proje jî berdewam e û biryar e di dawiya îsal de hemû karmendên mûçegir ên Herêmê hesab ji wan re bêne vekirin.

Encûmena Wezîran tekez kir, çawa ku karmendên iraqî di bijartin û destnîşankirina bankan de ji bo vekirina hesabên xwe azad in, bi heman awayî divê karmendên Herêma Kurdistanê jî bi serbestî hesabên xwe li her bankekê vekin. Niha pênc bank di wê projeyê de beşdar in û çend bankên din jî dê di demeke nêzîk de beşdarî wê projeyê bibin.