33 sal di ser serhildana Dihokê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – 33 sal bi ser serhildana xelkê Dihokê re derbas dibin, ku di 14ê Adara 1991ê de, xelkê bajêr tevî hemû pêkhateyan, li dijî desthilata dîktatorî ya rejîma berê rabûn û karîn di kêmtirî rojekê de bajar kontrol kirin û dest danîne ser saziyên ewlehiyê yên bajêr û serkeftina gel û Pêşmerge li dijî rejîmê hat ragihandin.

Beriya 33 salan di vê roja sala 1991ê de, agirê serhildana mezin a gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên wan û bidawîanîna desthilata zordar û dîktatorî ya rejîma berê, gihîşt bajarê Dihokê.

Berî destpêkirina serhildana Dihokê, êvara 13ê Adarê, xelkê bajêr pilanek ji bo hejandina textê rejîmê amade kirin.

Ji bo vê mebestê jî bi beşdariya Pêşmerge û welatiyan, rojhilatê Dihokê û devera Şindûxa û hata digihe geliyê Dihokê, ji bo serhildana xelkê Dihokê hat destnîşankirin û biryar dan ku serhildana xelkê wî bajarî demjimêr 04.00ê sibê ya roja din dest pê bike.

Sibeha 14ê Adarê ku hevdem e bi salvegera jidayikbûna rêberê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî, jin, zarok û kal û pîr bêyî cudahî beşdarî vê roja dîrokî bûn û di kêmtirî rojekê de, dawî li êş û azara bi salan e rûbirûyî gelê Kurdistanê dibû, bînin.

Di hin saziyên rejîmê de ku amade nebûn xwe radest bikin, şer û pevçûnên rasterast di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Rêjîmê de rûdan û piştî şehîdbûna hejmarek ji hêzên Pêşmerge, xelkê Dihokê û hêzên Pêşmerge heta êvariya heman rojê karî serkeftinê bi dest bixin.

Lê serhildana ku bi xwîna gelê Kurd yê bindest hat hilanîn, bû sedema têkçûna wêrekiya hêzên zordar li hemû navçeyên derdora Dihokê. Ev yek bû sedem ku piraniya saziyên ewlekarî û leşkerî yên parêzgehê bêyî ti berevaniyê radestî îradeya xelkê bibin.

Rizgarkirina Dihokê, berdewamiya serhildana gelê Kurd li dijî zordariya rejîmê bû, ku di 5’ê Adarê de li bajarê Ranya dest pê kiribû û bi azadkirina bajarê Kerkûkê di 21ê Adarê de bi vê vêxistina agirê Newrozê re, azadî dest pê kiribû û tevahiya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rejîma dagîrker hate rizgarkirin.