Ronaje zêdetirî 4 hezar fermanberan tevlî pirojeya Hejmara Min dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her roj zêdetirî çar hezar fermanberan di pirojeya Hejmara Min de tên tomarkirin, niha ew piroje li Dihok û Silêmaniyê jî keftiye karî. Ew fermanberên karûbarên wan temam bûne, bi rêya kurtenameyekê ji bo wergirtina kartên xwe yên bankan tên haydarkirin. Her roj çar heta pênc hezar kartên bankan bi fermanberan tên dan.

Kejal Muzefer ku yek ji fermanberan e ji K24ê ragehand ku, pêştir mûçeyê xwe ji bankan werdigirt û piraniya caran ji ber qerebalixê dereng dora wê dihat, lê niha ji ber pirjeya Hejmara Min tûşî qerebalixê nabe, ji ber ku bi rêya karta xwe ya bankê li her cihekê bixwaze dikare pereyê xwe bistîne.

Heta niha karûbarên pirojeya Hejmara Min ji bo zêdetirî 240 hezar fermanberên kertê giştî hatine kirin û zêdetirî 130 hezar fermanberan jî kartên xwe yên bankan wergirtine, pirose bi lez bi rê ve diçe.

Şarezayê Aborî Ramyar Rizgar jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Pirojeya Hejmara Min ji bo fermanberan hêsankariyeke mezin û piştrastî ye, herwesa fermanber dikarin bi rêya vê pirojeyê feydeyî ji xizmetkariyên bankan werbigirin”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berfirehkirina pirojeya Hejmara Min berdewam e û niha li heft bajarên Herêma Kurdistanê dest bi tomarkirina mûçexurên Herêma Kurdistanê di çarçoveya pirojeya Hejmara Min de hatiye kirin, her roj zêdetirî çar hezar fermanberan di pirojeya Hejmara Min de tên tomarkirin. Pênc bankên mezin tevlî wê pirojeyê bûne û çend bankên din jî peywendî pê ve kiriye.