Dana Ebdulkerîm: Pareka xerciyên hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê dê li ser kertê taybet be

Dana Ebdulkerîm
Dana Ebdulkerîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Amadekarî ji bo dîzaynkirina hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê tên kirin. Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Pareka xerciyên pirojeya hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê dê li ser kertê taybet be”.

Şandeke Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê ye ji bo ku bi kompaniyeke wî welatî re dest bi dîzaynkirina hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê bike, ku deriyê Îbrahîm Xelîl bi deriyê Perwêzxanê re girê dide.

Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ji K24ê re ragehand, “Kertê taybet tevlî çêkirina hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê dibe û pareke zêde ya xerciyên wê pirojeyê ji aliyê kertê taybet ve tê dabînkirin”.

Dana Ebdulkerîm di derheqa serdana wê şandê ji bo Spanyayê de amaje da, “Armanca me helsengandina teknîkî û hunerî ya karên hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê ye, ku ji çêkirina wê hêlê û fargonan û wan erebeyan ên ku fargonan radikêşin pêk tê”.

Navbirî di pareke din a daxuyaniya xwe de ron kir, “Hêla şemendefirê ya Herêma Kurdistanê deriyê Îbrahîm Xelîl li ser sinorê Tirkiyeyê li gel deriyê Perwêzxanê li ser sinorê Îranê girê dide. Wezareta me bihayê aborî yê pirojeyekî temam kiriye û dest bi qonaxa amadekariyan ji bo dîzaynkirina wê pirojeyê kiriye”.