Naveroka Civîna navbera şanda Tirkiyeyê û aliyê Îraqî li Bexdayê tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî gehiştina şandeke bilind a Tirkiyeyê ji bo Îraqê, civîneke ewlehiyê di navbera wê şandê û aliyê Îraqî de tê kirin û tê de PKK wekî rêkxistineke terorsitî tê nasandin, ku “axa Îraqê ji bo armanckirina Tirkiyeyê bi kar tîne”.

Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyê naveroka civîna ewlehiyê ya şanda Tirkiyeyê û aliyê Îraqî eşkere kir ku tê de tekez li ser rûbirûbûna terorê, pirsên bazirganî, çandinê, enerjiyê, avê, saxlemiyê û veguhastinê hatiye kirin.

Li dû zanyarên Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyê, her du aliyan tekez kiriye ku pêdivî ye ji bo serxistina serdana dîrokî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan ji bo Îraqê hemî bizavan bikin.

Aliyên Îraqê û Tirkiyeyê hêvî xwastine ku serdana Erdogan bibe xala pêşveçûna peywendiyên dualî yên navbera her du aliyan.

Herwesa Tirkiyeyê pêşwaziya biryara Civata Ewlehiyê ya Niştîmanî ya Îraqî kiriye ku PKK wekî rêkxistineke teroristî nasandiye.

Di wê civînê de biryar hatiye dan ku bizav ji bo danana çarçoveyek û lihevkirineke hevpar bên zêdekirin, ku tevaya pirsên giring ên girêdayî her du welatan vebigire.

Serweriya axa Tirkiye û Îraqê tewerekî din ê wê civînê bû û PKK jî wekî rêkxistineke terorsitî û wekî metirsî û gef li ser ewlehiya her du welatan hatiye nasandin û hatiye ragehandin ku, hebûna PKKyê li nav axa Îraqê binpêkirina destûrê wî welatî ye.

Tekez li ser bicihanîna tevaya rêkaran li dijî PKKyê hatiye kirin ku axa Îraqê ji bo armanckirina Tirkiyeyê bi kar tîne.

Şanda Tirkiyeyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglo pêk hatibû.

Şanda Îraqê jî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Arecî, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz pêk hatibû.