Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser terxankirina 400 donemên erdî ji bo çêkirina bajarê pîşesaziyê yê Helebceyê diyar dike

Mesrûr Barzanî serdana pirojeyên Helebceyê dike
Mesrûr Barzanî serdana pirojeyên Helebceyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser razîbûn û biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pirojeya bajarê pîşesaziyê yê Helebceyê li ser rûberê 400 donemên erdî tê bicihanîn.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî taybet ji K24ê re ragehand, “Di çarçoceya giringîpêdan û pêşxistina kertê pîşesaziyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 400 donemên erdî ji bo çêkirina bajarê pîşesaziyê yê Helebceyê terxan kirin, ku ew bajar zêdetirî sê kîlometr û nîvan ji navenda Helebceyê dûr e”.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ji bo çêkirina wî bajarê pîşesazî li Helebceyê, weberhêner amade ye û em li benda bdawîhatina rêkarên îdarî ne, paştir jî rasterast dest bi çêkirinê tê kirin”.

Bergeşt Akreyî eşkere jî kir, “Wî bajarê pîşesazî dê giringiyeke zêde ji bo wê deverê hebe, xelkê wê deverê ji bikarberan dê bibin berhemhîner û herwesa derfetên karî jî dê ji bo bi sedan kesan bên peydakirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Li Herêma Kurdistanê 8 heta 12 bajarên pîşesazî dê bên çêkirin, ku piraniya wan erd jî jê re hatiye terxankirin”. Herwesa got, “Ew bajarên pîşesazî dê li parêzgeh û îdareyên serbixwe bên çêkirin”.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê li dawiyê jî got, “Li serdema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 105 pirojeyên pîşesazî destûrî wergirtiye ku sermayeya wan bi zêdetirî du milyar û 510 milyon dolaran tê xeminandin”.