Mesrûr Barzanî: Zîhniyeta tinekirin û qirkirina gelê Kurdistanê hîn jî maye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Zîhniyeta li pişt kampanyayên tinekirin û qirkirina ser gelê Kurdistanê bû, hîn jî maye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de di peyamekê de ragihand: “Komkujiya Helebceyê birînek e ku qet çênabe û şehîdên me her tim di bîra me de ne û di derûn û wijdanê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de zindî dimînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Zîhniyeta li pişt kampanyayên tinekirin û qirkirina ser gelê Kurdistanê bû, hîn jî maye, divê em hemû li dijî wê derbikevin û nabe rê bi kesan bê dayîn ku armanc wan yarîkirin e bi qurbaniyên gelê Kurdistanê û rê xweş dikin li ber xweradest û lawazkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Di rojeke wek îro di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.

Li gor amaran 68% ji qurbaniyan, temenê wan di bin 18 saliyê de bûn û piştî kîmyabaranê, 198 gund ji koma 216 gundan bi temamî wêran bûne. Sewalkarî, çandinî û çavkaniyên xwezayî yên herêmê jî %100 zirar dîtine.

Di heman demê de ji ber ku welatiyan ji bo rizgarbûna ji gaza kîmyayî berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 211 zarok ji 74 malbatan winda bûne.

Zêdetirî sê dehsalan derbas bûne, 900 ji birîndar hîn jî di bin bandora gazên kîmyewî de mane. Rêjeya beravêtina zarokan 14 caran ji rewşa asayî zêdetir bûye. Herwiha nexweşên penceşêra kolonê 10 qat û nexweşiyên dil jî 4 caran di nav xelkê Helebce de zêde bûne.

Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya asayî ya di 17’ê Adara 2011’an de, jenosîda Helebceyê nas kir, herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Iraqê jî kîmyabarana Helebçeyê weke jenosîd nas kir, lê heta niha hikûmetên li pey hev ên Iraqê ku weke şûngirên rejîma berê ne, amade nebûn ku qerebûkirina welatiyên Helebce bidin.