Parêzgarê Helebceyê: Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku malbatên qurbaniyên kîmyabaranê qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Helebceyê ragihand, divê hikûmeta Iraqê di warê avedankirinî de ji Zaxo û heta Fawê, bi heman çavî binêre tevbigere, ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê di her rewşê de Helebçeyê ji bîr neke.

Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq ji K24ê re ragihand, berî 36 salan hejmara rûniştvanên Helebceyê nêzîkî 80 hezar kes bû û di rojeke wek îro de, 5 hezar kes hatin şehîdkirin.

Got jî: Piştî serhildanê, kabîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê rê û elektirîk bo Helebce kişandin û niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare di bernameya xwe ya salane ya geşepêdanê de, giringîyê bide Helebçeyê.

Azad Tewfîq got jî, ji Zaxo û heta Fawê, bi heman çavî binêre tevbigere, ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê di her rewşê de Helebçeyê ji bîr neke, divê hikûmeta Iraqê vê rastiyê bizane ku li gorî destûrê, Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a Iraqa federal e.

Parêzgarê Helebceyê got jî: “Em bang li hikûmeta Îraqî dikin ku malbatên qurbaniyên êrîşa kîmawî qerebû bike, vê dozê wek jenosîdeke mezin bide naskirin, bi awayekî yasayî qerebû bike û parêzgehê ji aliyê aborî ve ji nû ve avedan bike.

Herwiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku eger Helebce bibe parêzgeha 19’an, her destê nûavedankirinê ji derve bo Iraqê hebe, dê bigihe Helebceyê. Herwiha dê bûdceya me jî ji dahata Iraqê hebe. Lewma divê hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de vî karî cibicî bike.”