Di 10 salên borî de nêzîkî 590 kolberan li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama 10 salên derbasbûyî de, zêdetir ji 589 kolberan li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pasdarên Îranê ve hatine kuştin. Zêdebûna hejmara kolberan li Rojhilatê Kurdistanê bi zêdebûna bêkarî û hejariyê ve girêdayî ye.

Bilindbûna rêjaya bêkarî, hejarî, nirxê kelûpelan, xurek û kêmbûna nirxa Tumenê Îranê ya vê dawiyê bi sedema ragihandina encamên hilbijartinên Îranê ku hejmareke berçav ji berbijarên tundrew bi ser ketine, hejmara golberan li navçeyên sînorî yên Rojhilatl Kurdistanê zêde kiriye.

Tenê di heftiya borî de, nêzîkî 20 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên Pasdarên Îranê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Rêxistina Hengaw aşkere kir, di sê mehên yekem ên îsal de, zêdetir ji 41 kolber û kasibkaran li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û 292 kes jî birîndar bûne.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan (Kurdpa) jî, di sala 2023’an de ku wek saleke bi xwîn ji bo kolberan tê zanîn, zêdetir ji 341 kolberan ji aliyê hêzên Pasdaran ve hatine kuştin û birîndarkirin, ku 22 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê ne.

Li gor amarên Kurdpayê, di heyama 12 salên borî de herî kêm 589 kolber hatine kuştin û 1617 kolberên din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê, %87 ji kolberan bi guleyên rasterast ên hêzên Pasdaran hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Ji %4 ê kolberan di encama lêdan û tundiyê de birîndar bûne.

Kuştin û birîndarbûna kolberan ji ber mayînan û teqîna mayînan ji %3,5 û %1,5 di rêza sêyemîn û çaremîn de ne.

Navçeyên sînorî yên Bane li parêzgeha Sineyê, bi rêjeya %49, herî zêde qurbaniyên kolberan lê ye. Navçeyên sînorî yên Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê jî bi rêjeya 32%, di pileya duyem a qurbaniyên kolberan de tê.

Endamê Encûmena Bilind a Parêzgehan Qubad Keremmpûr ji ajansa “ILNA” re ragihand, ji sedî 50 ê kolberan, xwedî bawernameya bekaloryos an masterê ne.Got jî: “Kolberekî ku mastera matematîkê girtibû, ji ber ku televizyon hilgirtibû hat kuştin.”

Kolber ji ber dijwariya herêmên sînor û sermayê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî ji ber metirsiya êrîşên nişkivayî yên ji aliyê Hêzên Pasdarên Îranê ve, zêdetirî 11 demjimêran bi barên xwe pişta xwe dimeşin.