Deryaya Egeyê bûye goristana koçberan

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salên dawî de li deryayên Egeyê hejmara mirina koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê zêde bûye. Herî dawî li bajarê Çanakkaleya Tirkiyê belama koçberan bin av bû û hejmareke mezin a koçberan canê xwe ji dest dan. Şêniyên Çanakkale dibêjin bajarê wan bûye rawestgeha koçberan. Mafnas jî diyar dikin ku kiryarên heyî wan neçar dike berê xwe bidin rêya mirinê.

Li derya Egeyê karesata binavbûna belemên koçberan berdewam e. Li navçeya Erceabata ser bı bajarê Çanakkaleya Tirkiyê Ku di salên dawî de bûye rawestgeha Penaberan belemeka koçberan bin av bû û heta niha 7 jê zarok termê 24 kesan hatiye derxistin. 4 koçber jî rizgar bûne.

Li gorî zanyariyên parêzgariya Çanakkaleyê di belama binavbûyî de ku dixwast biçe Yewnanistanê 46 kes hebûn û hê ji 18 Penaberan tu agahî nehatiye vergirtin. Ji bo dîtin û rizgarkirina18 koçberan ji Stenbol Bursa İzmît û tevahiya Çanakkaleyê 500 tîmên lêgerînê 20 keştî, firokeyek û 2 helikopter bo deverê hatine şandin. Lêgerîna koçberan heta dîtina 18 kesên winda dê bidome.

Şêniyên li navçeya Eceabatê dibêjin bi salan e navçeya wan bûye rawestgeha koçberan û mirinên wiha jî zêde dibin.

Welatî Kadrî onar: “Em jî nizanin penaber çawa tên vê derê. Wan dixapînin tînin Çanakkale û ji wan re dibêjin ev der Stenbol e. Penaberên ku li vê derê dimînin yan bi rêyên neyasayî berê xwe didin Yunanistanê yan ji aliyê asayîşê tên girtin. Penaber bi şev tên û belav dibin.”

Herwiha mafnasên Ku ev bi salane rewşa Penaberan dişopînin jî dibêjin penaberên berê xwe Dane Çanakkaleyê rastî kiryarên gellek kirêt tên û neçarî berê xwe didin rêya mirinê.

Mafnas Hayrettin pîşkin: “Ev bi salane em rewşa penaberên tên Çanakkaleyê  dişopîninmixabin rewşa wan gellek xirab e.  Rastî destdirêjiyê tên,rojê tenê danekê xwarin didin wan, Ava wan ya vexwarinê nîne û ji mafên tendûristiyê bêpar in. Ber vê çendê bi hezaran penaberên ku li Çanakkale navendê vegerandinê dimînin rastî îşkenceyên giran tên û neçarî berê xwe didin rêyên mirinê.”

Li gorî daneyên fermî yên rêveberiya koçberiya Tirkiyê di sala 2022an de 46 hezar, di sala 2023an de jî 56 hezar penaberan xwestiye li deryaya Egeyê derbasî Ewropa bibin lê hatine desteserkirin. Herwiha li gorî rêveberiya koçê ya Neteweyên yekgirtî jî di nava 5 salên borî de  li deryaya Ege û deryaya naverast 32 hezar koçberan canê xwe ji dest dane ku hezar ji wan zarok in.