Ji bo Newroza Akrê 1500 xetîre hatine amadekirin

kurdistan24.net

Akrê (K24) – Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya li Akrê bidawî bûn. Ji bo pîrozbahiyê zêdeyî 1500 xetîre hatine amadekirin û 8 komên ciwan ên xwebexş serperiştiya wê pîrozbahiyê dikin.

Komek ciwanên xwebexş ên Akrê ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Akrê ku dê di meha Adarê de bê lidarxistin xetîreyan amade dikin. Li gorî wan, ev xetîre sembola cejna Newrozê ya Akrê ne û ji bo ku şahî xweştir bibe û bajarê xwe bixemilînin, dixwazin bi qasî ku ji destê wan tê, xetîreyan amade bikin.

Ciwanê Akreyî Hindirên Muslih dibêje: “Ji destpêkirina pîrozbahiyê re çend roj mane û em hemû kar ji bo xetîreyan dikin, ji ber ku dema em wan bigihînin çiyayan, bedewiyeke din didin Newroza Akrê.”

Rizgar Hesen jî got: “Me xwe ji bo pîrozbahiya Newroza Akrê gelek baş amade kiriye. Em çiqas xetîreyan amade bikin, dê şahiya me jî xweştir bibe.”

Her sal li Akrê ev xetîre ji aliyê heşt komên ciwan ên dildar ve tên amadekirin. Li gorî serperiştên van koman, îsal zêdetirî 1500 xetîre ji bo pîrozbahiya Newroza Akrê hatine amadekirin.

Serperiştê pîrozbahiya Newrozê li Akrê Nêçîrvan Kamîran ji K24ê re ragihand, “me ji bo îsal 1500 xetîre amade kirine û emê her sal cejna xwe xweştir û taybettir bikin, îsal jî me xwe ji salên borî cuda amade kiriye.”

Dê êvara 20'ê Adarê de, ev xetîre ji aliyê bi sedan ciwanên dildar ve bi ber bi bilindahiyên çiyayên Akrê ve dê bên hilgirtin ku dîmeneke ciwan didin Newroza Akrê.

Her sal pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Akrê ji ber merasîmên ciyawaz ên ku li wir tên lidarxistin, ji hemû deverên din zêdetir tê bala xelkê dikişîne.