Navenda Revenda Kurdistanî li Berlînê tê damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kurdên bajarê Berlînê Navenda Revenda Kurdistanî damezrand û armanca wan ew e ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicivînin. Pêkanîna lobiyê ji bo Kurd û Kurdistanê û pêşvebirina nifşê nû yê Kurdistanî û wergirtina feydeyî ji şiyanên wan armancên serekî yên Navenda Revenda Kurdistanî ne.

Revenda Kurdistanî li bajarê Berlînê bi serperiştiya Baregayê Barzanî navendeke Revenda Kurdistanî ji bo bajarên Berlînê û Brandborgê damezrand û desteyeke birêvebirinê ji Kurdistaniyên wî bajarî ji bo wî erkî hat hilbijartin.

Serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Berlînê Dr. Dilêr Dizeyî got, “Damezrandina Navenda Kurdistanî bi merema pêkanîna lobiyê ji bo Kurdan e, pêxemet peydakirina piştevaniyê li ser pirsa Kurdan li derve. Niha ku em dibînin li Kurdistanê gelek givaştin li ser me hene, divê em piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê li vê derê çê bikin û ya heyî biparêzin”.

Pareke nifşê nû yê Kurdên Ewropayê di nav ferhenga wê derê de hatine bişaftin, Revenda Kurdî xemê ji wê yekê dixwe ku ew nifş girêdayî nasname û ferheng û neteweya xwe be û feyde ji şiyanên wan jî bê wergirtin, pêxemetî piştevaniyê ji bo pirsa Kurdan û qewareya Herêma Kurdistanê.

Sikirtêrê Konfederasiyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî amaje da, “Sê nifşên Kurdan li Ewropayê çê bûne, divê ew fêrî ziman û ferheng û dîroka Kurdan bên kirin. Divê ew ciwanên me bibin Kurd û di nav Ewropayîyan de neyên bişaftin, û bi hişyarî kar bikin”.

Revenda Kurdistanî bi rengên xwe yên cuda cuda ve tevlî wê konfiransê bû û dixwaze ew navend Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicemîne.

Endama Desteya Birêvebirinê ya Navenda Revenda Kurdistanî li Berlînê Giyareng Begzade ron kir, “Eger wekî behs jê tê kirin bi rê ve biçe, ev navend dê her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicemîne. Em wekî çalakvan û xelkê sivîl dê li hev bicivin, dûrî partiyan, partî tenê amraz in. Em dixwazin rolê xelkê sivîl dûrî partiyan diyar bikin”.

Kurdistaniyan zarokên xwe jî bi xwe re anîbûn, ev jî wekî derfetekê ji bo ku bi çalakiyên gelê xwe li derveyê welatî aşna bibin.

Navenda Revenda Kurdistanî li Berlînê hat çêkirin, ku biryar e li gelek bajarên din ên Ewropayê jî navendên wesa bên çêkirin.

Armanc ji çêkirina wan navedan komkirina Kurdistaniyan e li jêr alaya Kurdistanê û karkirina ji bo Kurd û Kurdistanê li derveyê welatî ye.