Huserî: Pêwîst e aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi proje û bername Efrînê biparêzin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkonîner Zekeriya Huserî di 6emîn salvegera dagîrkirina Efrînê de radigihîne, piştî 6 sal ji dagîrkirina Efrînê, plana guhartina demografiya Efrînê û nasnameya wê ya Kurdî û Kurdistanî, bê rêjeya ji %75 cibicî bûye û bang li aliyên Kurdî kir ku bi awayekî cidî û bi bername Efrînê biparêzin.

Nivîskar û lêkolîner Zekeriya Huserî ji K24ê re got: “Piştî 6 sal ji dagîrkirina Efrînê, guhartina demografiya Efrînê û nehîştina nasnameya wê ya Kurdî û Kurdistanî, bê rêjeya ji %75 ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye cibicîkirin.”

Huserî amaje bi wê jî kir: “Plan li Astaneyê ji aliyê rêjîma Sûriyê, Tirkiye, Rûsya û Îranê hatibû danîn ku li hemberî navçeya Xûtaya Rojhilat a Şamê, herêma Efrîn bê xelkê bo Tirkiye û grûpên çekdar were radestkirin û li şûna wan ereb û tirkmen werin bicihkirin.”

Herwiha got: “Her dema xelk ji Xûtaya Rojhilat dihatin derxistin, li Efrînê jî heman plan dihat cibicîkirin û zêdetir ji 300 hezar kurd bi komî û bi darê zorê ji herêmê dihatin derxistin.”

Lêkolîner Zekeriya Huserî: “Mixabin guhartina demografî li Efrînê pêk hatiye û Efrîna ku rêjeya kurdan lê %95 bû, niha ev rêje daketiye nêzîkî %20 û rojane kurd jê tên koçkirin.”

Di vê derbarê de jî zanîn: “Niha nêzîkî 735 hezar ereb û tirkmen li Efrînê hatine bicihkirin, beşek ji wan di 38 komelgehên nişticihbûnê yên ji wan re hatine avakirin de hatin bicihkirin û yên din jî di mal û milkên xelkê Efrînê de.”

Li ser çareseriya rewşa Efrînê de, lêkolîner Zekeriya Huserî got: “Çareseriya rewşa Efrînê, girêdayî çareseriya giştî ya Sûriyê ye ku her kesek vegera herêma xwe. Lê metirsî ew e ku kesên di komelgehên nişticihbûnê hatine bicihkirin, dê li Efrînê bimînin, wek çawa rêjîma Sûriyê berî bi dehsalan gundê nimûneyî li herêma Cizîra kurdan ava kirine û proseya erebkirinê lê pêk anî.”

Herwiha bal kişande ser tawan û binpêkirinên ku li herêma Efrînê tên kirin û da zanîn, bi armanca ku xelkê Efrînê venegere ser cih û warên xwe, rojane li herêma Efrînê tawan û binpêkirinên mirovî ji kuştin, revandin, eşkencekirin û destdanîna ser mal û milkên kurdan tên kirin.

Tekez kir jî: “Di warê aborî de jî, siyasta birçîkirina kurdên Efrînê bi piştevaniya Tirkiye û grûpên çekdaran tê meşandin, zeytûn, hinar û hemû berhemên çandiniyê xistina bi desthilata xwe de, da ku kurdên li herêmê mane jî neçar bibin û koç bikin.”

Lêkolîner Zekeriya Huserî got jî: “Mixabin ti helwesteke aliyên siyasî yê kurdî ya cidî li hember rewşa Efrînê nîne, tenê wek reklam û ragihandin heye, lê wek bername û proje ku çawa Efrînê, kurdayetî û Kurdistaniya Efrînê biparêzin nîne. Erkê her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê ye ku helwesteke cidî li hember rewşa Efrînê bigirin û neyê piştguhkirin.”