Şertên Kurd û Suneyan di nav Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de nehatine bicihanîn

Civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê / Erşîf
Civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî salek û pênc mehan ji pêkanîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, xwesepandina aliyên Şîe û piştguhxistina Kurd û Suneyan wesa kiriye ku, çi yek ji wan xalên siyasî yên ku ew hevpeymanî li ser hatiye pêkanîn neyê bicihanîn.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê piştî hevrikiyeke xwînawî ya navxweyî ya hêzên Şîeyan, bi tevlîbûna Kurdan, Çarçoveya Hevahengiyê û Suneyan pêk hat.

Sê pêkhatên serekî yên Îraqê bi xewn û nerîn û hejmareke şertan çûn nav Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji bo pêkanîna hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî li Cotmeha sala 2022ê, lê piştî zêdetirî salek û pênc mehên xwesepandin û binpêkirina hevpariya rastîn, Kurd û Sune ji edayê Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û bicihneanîna şertên wan nîgeran in, Çarçoveya Hevahengiyê ku xwe xwediya hikûmeta Sûdanî dibîne çi yek ji şertên Kurd û Suneyan bi cih neaniye.

Giringtirîn şertên Kurdan ji bo Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ev bûn: çarekirina yekcarî ya mûçe û budceyên Herêma Kurdistanê, edilandina qanûna Dadgeha Federalî, şandina qanûna neft û gazê ji bo perlemanê û bicihanîna madeya 140ê.

Şertên Suneyan jî ev bûn: avedankirina deverên wan, yekalîkirina doza zindaniyên wan, derxistina qanûna lêborîna giştî û vekêşana komên çekdar ji deverên wan. Lê rewşa niha ya Îraqê ji me re dibêje ku çi yek ji wan şertên Kurd û Suneyan nehatine bicihanîn. Berojavî, aliyên Çarçoveya Hevahengiyê çawa pê xweş bûbe wesa serederî kiriye. Tenê hingê hevparî hatiye bira wan dema ku pêdivîtiya wan bi Kurd û Suneyan hebûbe.

Desttêwerdanên komên çekdar û xwesepandina hêzên Şîe yên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê rêgir bûn ku hikûmeta Sûdanî wê karnameyê jî bi cih bîne a ku di dema destpêkirina karî de soz li ser dabû.

Ev di demekê de ye ku Kurd û Sune, tevî ku hevparên serekî yên Şîeyan in, hatine piştguhxistin û Dadgeha Federalî li ser weşandina gurzên nedestûrî ji bo berjewendên van her du pêkhatan berdewam e.