Israîl Dîmeşqê moşekbaran dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Israîl çend moşekan diavêje armancên serbazî yên derveyê Dîmeşqê, tenê zirarên madî hene.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê di beyannameyekê de ragehand, “Îro (Sêşem, 19.03.2024) Israîlê çend moşek avêtin armancên serbazî yên derveyê Dîmeşqê û tenê zirarên madî hene”.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê herwesa ragehand, “Bergiriya asmanî ya Sûriyeyê hejmareke moşekên Israîlê xistin xwarê ku avêtibûn Dîmeşqê”.

Herwesa amaje da, “Ew moşekbaran ji bo ser cihên serbazî bû û tenê zirarên madî jê çê bûne”.

Israîlê gelek caran ragehandiye ku, rêyê nade Îranê amadehiya xwe ya serbazî li Sûriyeyê binecih bike.

Li dû ajansa Reutersê, piştevaniya Tehranê ji bo Dîmeşqê û komên Hizbulaha Libnanî wesa li Israîlê kiriye ku berdewam bi merema sinordarkirina hêza serbazî ya Îranê êrîşên asmanî bike.

Ajansa nûçeyan a Reutersê di meha Sibatê de ragehandibû, “Ji ber van êrîşan, artêşa Pasdaran efserên xwe yên bilind li Sûriyeyê kêm kirine, pilan jî danaye ku ji bo parastina hejmona xwe zêdetir pişta xwe bi komên Şîe yên hevpeymanên xwe gerim bike”.

Heftiya borî jî artêşa Israîlê ragehandibû ku, di dema pênc mehên borî de nêzî 4500 armancên Hizbulahê li Libnan û Sûriyeyê kirine armanc û bi vî awayî 300 kes ji çekdarên wê partiyê hatine kuştin û 750 kes jî birîndar bûne.