Mesrûr Barzanî ji Parêzgarê Hewlêrê re: Ji bo parastina canê welatiyan çi pêwîst be bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da ku ji bo parastina jiyana welatiyan li Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê, çi pêwîst be bê kirin.

Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê îro sêşemî 19.03.2024an belav kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li peywendiyeke telefonî bi parêzgarê Hewlêrê Emîd Xoşnaw re behsa rewş û amadekariyên wê parêzgehê derbarê pêla baranê ku navçe bi giştî girtiyr kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Parêzgarê Hewlêrê derbarê amadebûna hemû dezgeh û aliyên pêwendîdar bo her rûdaneke neçaverêkirî û birêvebirina rewşa barana îro û kontrolkirina rewşê de, raveyên pêwîst pêşkêşî Serokwezîr kir.”

Parêzgar amaje bi hemû pilan, bername, proje û çareseriyên pêwîst kir ku di dema borî de bi piştevaniya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ji bo rûbirûbûna metirsiyên lehiyan û sedemên wan hatine cîbicîkirin ku ji ber wan lehî li Hewlêrê kêm bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî destxweşiyê, ferman da wan ku ji bo parastina jiyana welatiyan çi pêwîst be bikin û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyên bilez û pêwîst tekez kir.”