Gorran: Pêwîstiya me bi hilbijartinên pak bi beşdariya hemû aliyên siyasî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Gorranê pêwîst dibîne ku bi beşdariya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hilbijartinên pak û dadperwerane bên kirin.

Tevgera Gorranê piştî helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya beşdarînekirina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, îro 19ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Pêdiviya me bi hilbijartinên pak û bi beşdarbûn û têgihiştina hemû aliyên siyasî heye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ya herî girîng ew e ku bi rêya Parlamentoya Kurdistanê ya hilbijartî, nûnertiya gelê kurdistanê bike ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”

Ev piştî wê tê, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Adara 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nabin.

Polîtburoya PDKê ragehand, “Em aliyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”