Desteya Veberhênanê Kampanyayekê ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê li Dihokê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina bi ziyanpêketiyên lehiya Dihokê re, bangewaziyekê arasteyî Yekîtiya Veberhênanan, Odeyên Bazirganî û sermayedaran dike.

Desteya Veberhênanê di bangewaziya xwe de got: “Piştî komkirina alîkariyan, bi hevahengiya li gel parêzgeh û aliyên peywendîdar, li gorî ziyanên wan dê li ser welatiyên ziyanpêketî yên Duhokê bên dabeşkirin.”

Herwiha got: “Em hêvîdar in ku hûn beşdarî vê kampanyaya mirovî bibin. Çawa ku we di demên borî de di qerebûkirina mexdûrên karesatên xwezayî de roleke girîng lîstiye, beşdarbûna we di kampanyayê de jî erkek olî û neteweyî ye.”

Duhî 19ê Adarê li parêzgehên Herêma Kurdistanê baraneke bihêz bariya. Bandora zêde li ser parêzgeha Dihokê bû ku ji ber baranê li çend taxên bajêr lehî rabû, av derbasî hejmarek malan bû û hin rê hatin girtin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji K24ê re ragihand, di encama lehiyê 2 welatî xeniqîne û heta niha termên wan nehatine dîtin.