Bi hatina cejina Newrozê re bazarên bajarê Qamişlo geş dibin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, kurd amadekariyên cejina Newrozê dikin. Tevî hebûna qeyrana aborî, lê terziyên bajêr dibêjin ku karê wan ji çend salên derbasbûyî zêdetir bûye.

Bi hatina cejina Newrozê re, bazarên bajarê Qamişlo geş dibin, bi taybetî bazara Pertel. Her kes amadekariyê xwe dike, li cawê xweşik û xemla balkêş digere.

Welatî Zeyneb Hacî dibêje: “Ez hatime bazarê ji bo kofiyekê ji xwe re bikirim. Çelên min hazir in û li cem terzî ne. Cejna Newrozê gelekî nêzîk bûye û em jî dixwazin şahiya xwe bikin.”

Welatî Maya Hesen jî dibêje: “Tevan cilên kurdî çêkirine, ji ber ku ev rojeke gelekî giring e li cem me kurdan û em tev bo vê rojê kêfxweş in û hemû derdikevin seyranan.”

Terziyên ku bi salan e di dirûtina cilûbergên kurdî de kar dikin jî dibêjin, herhata xelkê liser drûtina cilên Newrozê ji pêşbîniyên wî zêdetir bû û karê wî li bernaberî salên derbasbûyî zêdetir bûye.

Tevî ku rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê zehmet e û karînên xelkê kêm in, lê ew yek nebûye rêgir li pêş amadekariyên cejna Newrozê ku salane bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin.