Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kernevala Newrozê li Akrê bi rê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke zêde ya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê, kernevala Newrozê li Akrê bi rê ve diçe.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, îro (Çarşem, 20.03.2024) seet 06:00, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê, kernevala cejna Newrozê li qezaya Akrê bi rê diçe.
Her îro (Çarşem, 20.03.2024), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî 2724ê, peyameke pîrozkirinê belav kir û got, “Ez germtirîn pîrozbahî arasteyî hemî Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim”.
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber stemkar û zordaran û destpêka serdemeke nû”.
Navbirî amaje jî da, “Min rêz û hurmet ji bo gelê xweragir ê Herêma Kurdistanê hene, ku mixabin bûne qurbaniyên lîstika siyasî ya hinek kes û aliyan ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê dikin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dawiyê jî tekez kir, “Em piştrast in ku îradeya jiyana azad û serbilind a gelê Kurdistanê dê bi ser bikeve. Ez hêvîdar im sala nû bibe sala dawîlêanîna hemî nexweşî, stem û neheqiyên ku li ser gelê Kurdistanê tên kirin”.