Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî li nav kernevala Newrozê li Akrê

Mesrûr Barzanî: Em sozê didin ku bergiriyê ji maf û azadiya xwe û kiyanê Kurdistanê bikin
Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav kernevala Newrozê li Akrê gotarekê pêşkêş dike û radigehîne, “Çi salekê li çi cihekî wekî Akrê bîranîna cejna Newrozê nehatiye kirin û em dixwazin Akrê bibe bingeha bîranîna cejna Newrozê”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li kesûkarên wan kesan kir ên ku di lehiyên Dihok û Zaxoyê de canê xwe ji dest daye û amaje da, “Em dê hemî bizavan ji bo qerebûkirin û kêmkirina azarên wan kesan bikin ên ku ji ber lehiyê zirar dîtiye”.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê kir û got, “Tevî ku arêşeya me tenê mûçe nîne, ez we piştrast dikim ku ez bi Serokwezîrê Îraqê re li ser xetê me û di çend rojên bê de ew arêşe dê bi temamî bê çarekirin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Newroz rojeke dîrokî û neteweyî ye, em di vê rojê de sozê didin Xudayê xwe û peymanê didin xwîna şehîdên xwe ku bergiriyê ji maf û azadî û destkeftiyên xwe û kiyanê Kurdistanê bikin û rûbirûyî stem û bêdadî û gendelî bibin”.

Deqê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Amadebûyên hêja, mêvanên qedirgiran

Hûn gelek bixêr hatin Akrê, navend û paytexta Newrozê

Newroza we tevan pîroz be

Ev çend sal in ku ciwanên Akrê xetîran hil dikin û bi ser van çiyayan dikevin û Newrozê li vê derê pîroz dikin. Li çi cihekî dinyayê wekî Akrê ev cejn bi vî rengî nehatiye pîrozkirin, lewma îsal me pê xweş bû ku em jî bên vê derê û ji bo sala bê jî Akrê bibe navenda pîrozkirina Newrozê li ser astê Kurdistanê û cîhanê.

Ez pîrozbahiyê li tevaya xelkê Kurdistanê dikim li navxwe û derveyê Kurdistanê û pîrozbahiyê li tevaya wan gel û neteweyan jî dikim ên ku Newrozê pîroz dikin.

Di cihê xwe de ye ku ez di vê derfetê de serexweşiyê li kesûkarên wan malbatan bikim ên ku duhî ji ber baran û lahiyan li Dihok û Zaxoyê canê xwe ji dest daye, ez ji Xudayê mezin dixwazim canê wan bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide kesûkarên wan. Gelek kesan jî, zirar gehişt mal û milkên wan, ez hez dikim bibêjim îşela Xudê derfetê bide ku em wan qerebû bikin û her tiştekê ji destê me bê em dê ji wan re bikin û ji nexweşî û zehmetî û azarên wan kêm bikin.

Di cihê xwe de ye ku ez spasiya xelkê Kurdistanê bikim, bi rastî di dema borî de li beranberî nexweşiyên jiyanê gelek xweragir bûne, taybet li beranberî nebûna budce û mûçe û gelek arêşeyên din ku hatine pêş. Tevî ku arêşeya me tenê mûçe nîne, daxwaza me û xema gelê me gelek ji mûçeyan mezintir e, lê jiyana xelkî bi vê re girêdayî ye û me jî hemî bizav kirine ji bo ku ew arêşe bê çarekirin tevî ku destên gelek xirab ji bo têkdana vê mijarê hebûn, mijara neşandina mûçeyan û dabînkirina budceyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê, lewma di cihê xwe de ye ku ez spasiya wan bikim û wan piştrast bikim ku em bi Serokwezîrê Îraqê re berdewam danûstandinan dikin ji bo ku ev mijar bê çarekirin û wekî ji me re hatiye gotin di çend rojên bê de ew arêşe dê bê çarekirin û em hêvîdar in ev mijar ji bo xelkê Kurdistanê êdî nebe pirs û nebe arêşe.

Newroz rojeke dîrokî û neteweyî ye, em di vê rojê de careke din sozê didin Xudayê xwe û peymanê didin xwîna şehîdên xwe, Pêşmergeyên xwe û xelkê Kurdistanê ku bergiriyê ji maf û azadî û destkeftiyên xwe û kiyanê Kurdistanê bikin û rûbirûyî stem û bêdadî û gendeliyê bibin û îşela em dê li ser wê peymanê berdewam jî bin.

Newroz rojeke nû ye, destpêkeke nû ye, saleke nû ye, lê ji bo me Newroz jiyaneke nû ye û ez hêvîdar im îro bibe pêngavek ji bo sala bê zêdetir xweşî û pêşkeftin û destkeftî ji bo gelê me bi dest ve bên û careke din spasiya we hemiyan dikim.