Marco Campomenosi: Divê kar ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin

Marco Campomenosi
Marco Campomenosi

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Perlemana Ewropayê radigehîne, “Dewlet serê qurbanîdanên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê, azadî heye û DAIŞ hatiye şkandin”. Herwesa dibêje, “Divê kar ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin”.

Endamê Perlemana Ewropayê Marco Campomenosi ji K24ê re ragehand, “Yekîtiya Ewropayê bizavê ji bo çarekirina duberekiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike”.

Wî Endamê Perlemana Ewropayê di derheqa helwesta PDKyê ya li beranberî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, “Em haydarî beyannameya PDKyê ne û pêdivî ye Yekîtiya Ewropayê bizavê ji bo çarekirina pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û duberekiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike”.

Marco Campomenosi herwesa got, “Dewlet serê qurbanîdanên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê, niha azadî heye û DAIŞ hatiye şkandin”.

Navbirî ron jî kir, “Ez hêvîdar im Perlemana Ewropayê helwest hebe û giring e rêz li destûrê Îraqê bê girtin”. Tekez jî kir, “Civaka Kiristiyanan û kêmaniyên din jî li Kurdistanê hatiye parastin, divê ev jî ji aliyê Bexdayê ve bilind bê nirxandin”.

Herwesa got, “Divê kar ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin, ji ber ku ev ji bo budceyê giring e”.

Wî Endamê Perlemana Ewropayê di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî got, “Em hêvîdar in lihevkirinek li ser hilbijartinan hebe. Ya ku PDKyê di derheqa hilbijartinên meha Hezîranê de ragehandiye mijareke e ku peywendî bi Hewlêr û Bexdayê ve heye û divê bê çarekirin. Ev di berjewendiya Yekîtiya Ewropayê jî de ye ku bizav ji bo çarekirina vê arêşeyê bê kirin”.