PDKyê berî 24 salan bi awayekî fermî ahenga Newrozê li Tirkiyeyê kiribû

Ahenga Newrozê ya PDKyê rojnameyên Tirkiyeyê dagir kiribûn û berpirsên wê tûre kiribûn
Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ahenga yekê ya cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî berî 24 salan bi awayekî fermî ji aliyê PDKyê ve li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi tevlîbûna nûnerên welatan hatibû kirin û rengvedanên navxweyî yên Tirkiyeyê li dû xwe anîbûn, xasma piştî ku hejmareke berpirs û karbidestên Tirkiyeyê tevlî wê ahengê bûbûn.

Li dû belgenameyên erşîfkirî yên Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li 20ê Adara sala 2000ê, ku hingê Dizeyî li Enqereyê nûnerê PDKyê bû, ji bo cara yekê li ser astê Tirkiyeyê bi awayekî fermî ahenga cejna Newrozê li hotela Şîratonê li Enqereyê bi tevlîbûna nûnerên welatan hatibû kirin û bûbû manşeta hejmareke zêde ya rojnameyên wî welatî.

 

Li beranberî rêkxistina wê ahengê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê yê wê demê Ismaîl Cem daxwaza ronkirinê ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê yê wê demê Seadedîn Tantan kiribû, lê Tantan di bersivê de ji Seadedîn re gotibû ku ji bo rêkxistina çalakiyeke bi wî awayî pêdivîtî bi wergirtina destûriyê nebû.

Her li dû rojnameyên Tirkiyeyê, pêşwaziya Sefîn Dizeyî ji bo mêvanan bi cilikên Kurdî desthilatdarên Tirkiyeyê zêdetir tûre kiribûn û gelek rexne li dû xwe anîbûn, lewma jî wê demê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi awayekî fermî Sefîn Dizeyî vexwandibû ji bo ku ronkirin li ser rêkxistina wê ahengê daba, lê Dizeyî jê re gotibû ku bi awayekî fermî destûrî ji Birêveberiya Ewlehiyê ya Enqere wergirtibû û rêkarên pêdivî yên ewlehiyê jî ji bo parastina wê ahengê û mêvanên wê hatibûn bicihanîn.

Herwesa rojnameyeke Tirkiyeyê wê demê belav kiribû, rêkxistina ahenga cejna Newrozê li paytexta Tirkiyeyê ji aliyê PDKyê ve bûbû cihê dilxweşiya YNKyê; Nûnerê YNKyê li Enqereyê Şêrzad Saîb amaje dabû ku ew hêvîdar bûn ji bo sala paştir bi PDKyê re çalakiyeke bi wî rengî rêk xistiba.

Rojnameya Starê jî rexne li balyoz û berpirsên Tirkiyeyê girtibû û nivîsîbû, “Ew kesên ku naxwazin tevlî çalakiyên komarî yên Qubrisê bibin, pêl pêl ber bi ahenga Newrozê diçin”.