Don Bacon: Divê em zêdetir alîkarî û piştevaniya Kurdan bikin

Don Bacon
Don Bacon

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongirêsmanek li nav Kongirêsê Amerîkayê bi zimanê Kurdî cejna neteweyî ya Newrozê li gelê Kurd pîroz dike û dibêje, “Divê em piştrast bibin ku careke din tawanên wekî kîmyabarankirina Helebceyê û Enfalan li beranberî Kurdan nayên kirin”.

Kongirêsman û Hevserokê Koma Piştevaniya Kurdan li Kongirêsê Amerîkayê Don Bacon li Kongirêsê welatê xwe di salvegera 36ê ya kîmyabarankirina bajarê Helebceyê û Newrozê û sersala Kurdî de gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Kurd hevpeymaneke nimûneyî ne, di ser hemî nexweşî û bêdadiyan re li ser pêyên xwe mane û divê em zêdetir alîkarî û piştevaniya wan bikin”.

Kongirêsman û Hevserokê Koma Piştevaniya Kurdan li Kongirêsê Amerîkayê got, “Berî 36 salan û di vê heftiyê de, Sedam Hisên kabûs û tarîtiyek li ser bajarê aştiyê, bajarê Helebceyê, barand û ji bo heta hetayê ev trajedî dê di dîroka mirovatiyê de bimîne. Ew hovîtî di dema hewa Enfalan de hat kirin, wê yekê tîne bîra mirovî ku mirovatî dikare çend dilreq be”.

Don Bacon amaje jî da, “Ew tirs û sehma di wê rojê de li ser xelkê Helebceyê hat barandin, ku bê rehmane bi gaza Xerdelê û gaza dijî demaran êrîşî wan hat kirin, bi hezaran kesên bêtawan canê xwe ji dest da. Wêrankarî û meziniya wê tawanê li wê derê bidawî nehat, ji bo gelek rizgarbûyiyan taona bermayîkên wê êrîşa kîmyayî çê bû û hêşta li ser wan berdewam e jî, saxlemiya wan têk çûye, rêjeya penceşêrê zêde bûye û arêşeyên saxlemiyê ji bo zarokên nûbûyî jî çê bûye”.

Wî Kongirêsmanê Amerîkayî tekez jî kir, “Birîna Helebceyê, ji aliyê fîzîkî û derûnî ve, nifş li dû nifşî wekî bîranîn û nîşaneke tal ji bo dilreqiya şerî dimîne”.

Navbirî amaje jî da, “Îro ku em li vê derê civiyane, piştî 36 salan ji bîranîna qurbaniyên Helebce û Enfalan, divê em ne tenê serexweşiyê lê zêdetir bikin. Divê em bi tundî wê jenosîdê şermezar bikin a ku li dijî gelê Kurd hat kirin û em pabendiya xwe ji bo rêzgirtin û pîroziya jiyana mirovan tekez bikin. Bila em sozê bidin ku çi caran rêyê nedin ku tawanên wesa rû bidin, em wekî parêzerên aştî û dadperweriyê li cîhanê bimînin, ku gelek caran ji ber nehaydarî û tundûtîjiyê tê têkdan”.

Kongirêsman û Hevserokê Koma Piştevaniya Kurdan li Kongirêsê Amerîkayê herwesa got, “Ez dixwazim demekê terxan bikim û rêzê li Kurdên hevpeymanên me bigirim, ji bo dostînî û hevpariya wan di şerê DAIŞê, Qaîdeyê û milîşyayên Şîeyan li Îraqê de. Ez çar caran hatime erkdarkirin û ji bo wan deveran hatime şandin, Kurd hevpeymaneke nimûne ne û ez herdem spasdarê wan im”.