Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê peyameke pîrozkirina Newrozê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan
Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi merema pîrozkirina cejna Newrozê peyamekê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi merema pîrozkirina cejna Newrozê peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand ku tê de hatiye, “Ez daxwaza saleke pirî xweşî û aramî û saxlemiyeke baş ji we re dikim”.

Di wê peyamê de hatiye, “Cejna Newrozê sembola xweragirî, aştî û vejîna xwezayê û saleke nû ye û edetekî me yê kevin û hevpar e”.

Hakan Fîdan herwesa di wê nameyê de gotiye, “Ez hêvîdar im pêxemetî aramî û aştiya deverê, hevahengî û hevpariya navbera me her du aliyan bihêztir bibe”.