Civata Ewlehiyê ya Navdewletî careke din ji bo agirbestê li Xezzeyê dicive

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî
Civata Ewlehiyê ya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e îro careke din Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rawestandina şerê Israîl û Hemasê bicive û dengî li ser pirojebiryara Amerîkayê ji bo ragehandina agirbestê li Xezzeyê bide.

Biryar e îro (Duşem, 25.03.2024) careke din Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rawestandina şerê Israîl û Hemasê bicive û dengî li ser pirojebiryara Amerîkayê ji bo ragehandina agirbestê li Xezzeyê bide. Ev jî di demekê de ye ku Çîn û Rûsyayê di civîna Îniya borî de bi Vîtoyê nehêla dengdan li ser pirojeya Amerîkayê bi ser bikeve.

Ajansa France Pressê belav kiriye ku, di naveroka pirojebiryara Amerîkayê de tekez li ser rawestandina şerî ya rasterast di meha Remezanê de hatiye kirin, herwesa amaje daye agirbesta demdirêj û azadkirina tevaya revandiyên Israîlî bê çi şertek, li beranber jî divê Israîl rêyê ji bo gehandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê vebike.

Li dû amareke Hikûmeta Israîlê, ji 250 revandiyên 7ê Cotmeha par, heta niha 130 ji wan di bin destê Hemasê de mane û tê texmînkirin ku 33 ji wan jî miribin.

Ev nêzî şeş mehan e ku şerê çekdarên Hemas û artêşa Israîlê li Xezzeyê berdewam e. Li dû amarên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, heta niha li Xezzeyê 32.226 kes hatine kuştin û 74.518 kes jî birîndar bûne.