Mihemed Kemal: Kerkûkê pêdivîtî bi xizmeta Kurd û Tirkmen û Ereban heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê radigehîne, “Me wekî partiyên siyasî yên Kerkûkê serdana Bereyê Tirkmenî kir û serdana me girêdayî danûstandinan nîne”.

Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê Mihemed Kemal îro (Sêşem, 26.03.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Me wekî partiyên siyasî yên Kerkûkê serdana Bereyê Tirkmenî kir ji ber ku pêdivîtiya Kerkûkê bi hemiyan heye, herwesa pêdivîtî bi Kurd û Tirkmen û Ereban heye ji bo ku pêkve xizmeta vî bajarî bikin”.

Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê amaje jî da, “Me serdanên fermî ji bo tevaya aliyan hene, ku girêdayî danûstandinan nînin ji ber ku lijneyeke taybet ji bo danûstandinan heye û ew karê xwe dike”.

Serokê Firaksiyona PDKyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd li roja Yekşemê, 24.03.2024, ji K24ê re ragehand, “Zêdetirî sê mehan bi ser hilbijartinan re derbaz bûn û hêşta hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê nehatiye hilbijartin û danan. Ev mijar çaverêkirî bû ji ber ku pêkhata bajarê Kerkûkê pirnetewe ye û ev jî yek ji sedemên vemana pêkneanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ye”.

Serokê Firaksiyona PDKyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê got, “Her yek ji aliyên serkeftî yên hilbijartinan daxwaziyên xwe hene, çi yek ji wan jî dagêranê ji yê din re nake û dixwaze herî zêde destkeftiyan bi dest xwe ve bîne. Vê yekê jî wesa kiriye ku em nekarin bigehin encamekî, tevî ku hejmareke zêde ya xalên hevpar di navbera pêkhatên aliyên serkeftî yên vî bajarî de heye”.