Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina qerên bazirganan kar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina 1.367 tirilyon qerên bazirgan, sermayedar û weberhêneran kar dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de bi rêya 20 bankên hikûmî zêdetirî 404 milyar û 904 milyon dînaran bi bazirgan, sermayedar û weberhêneran dane, lê piraniya wî qerî heta niha venegeriyaye û rêjeya feydeyê ser qeran jî bûye nêzî du caran hindî wî qerî.

Li dû wan datayên ji Birêveberiya Giştî ya Bankên Bazirganî ji K24ê re hatiye şandin, niha tevaya qerê mayî û rêjeya feydeyê ser qeran gehiştiye zêdetirî tirilyonek û 367 milyar dînaran, ku nêzî 988 milyar dînarên wê ji feydeyê ser qeran pêk tê.

Li tevaya wî qerê bi bazirgan û weberhêneran hatiye dan, heta niha 25 milyar û 264 milyon dînar ji bo hikûmetê hatine vegerandin, lewma hikûmetê destê xwe danaye ser hejmareke wan milkan ên ku wekî barimte li şûna qeran hatine danan, bihayê milkên desteserkirî gehiştiye 110 milyar û 169 milyon dînaran.

Perlemana Kurdistanê li destpêka Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de qanûna çaksaziyê pejirand. Li dû wê qanûnê jî, divê rêkarên pêdivî ji bo wergirtina wan qeran bên bicihanîn.

Yek ji tewerên civîna îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinên li ser rêkarên wergirtina wan qeran bûn.