Li Batmanê pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan germtir dibe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Batmanê rikeberîya hilbijartinê di navbera Dem Partî, Huda Par, Ak Partî û namzeta serbixwe Muazzez Aktaş de dimeşe ku xuya ye betalbûna namzetiya namzetê Dem Partiyê dê bandorê li ser rêjeya dengan bike.

Li Batmanê pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan berdewam e ku bi nêzîkbûna hilbijartinê namzet jî zêdetir giraniyê didin bangeşiyê. Yek ji wan jî namzeta serbixwe Muazzez Baktaş e ku dibêje namzetbûna wê xelkê Batmanê ji neçariyê rizgar kiriye ku êdî namînin di navbera 2 aliyan de.

Muazzez Baktaş ji K24ê re got: “Gel êdî me nas dike û germahiyek baş heye û em jî dibêjin ne qeyum ne siyaset, pêdivî bi xizmet. Emê çavkaniyên Batmanê bo Batmanê xerç bikin.”

Piştî ku Dem Partiyê da zanîn, wan Mehdî Oztuzun ji namzetiyê vekêşaye, vê yekê nava dengdêrên Dem Partî de bertek derxistin hole, Dem Partî jî ji bo bertekan nerm bike xebatên Batmanê de cih dide Leyla Zana.

Huda Par jî bi Parlementerê xwe yê Batmanê Serkan Ramanli dikeve hilbijartinan ku namzetê Huda Parê dibêje divê berî her tiştî kurd ji hev hes bikin û ji xizmet jî dê pêk werin.

Serkan Ramanli got: “Rê çêdibin, kaldirim çêdibin, avahî radibin lê ya girîng ew e ku em ji hev hes bikin û ez dixwazim bi destê xwe xizmetê bikim.”

Biryar hatiye dayîn ku statuya Batmanê were guherîn ku kî biser bikeve, dibe Serokê an jî seroka şaredariya bajarê mezin a Batmanê.