Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Wezareta Derve ya Fransa kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqa û karmendên Wezareta Derve ya Fransa civiya û rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya welatên xwe gotûbêj kirin.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolamerî îro 27ê Adarê serdana avahiya Wezareta Derve ya Fransa kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Serokê Karûbarên Rojhilata Navîn, Afrîka Emmanuel Suke û karmendên wezaretê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî û ewlehî yên herdu welatan hate gotûbêjkirin û Cîgirê Serokê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqa piştgîriya Hikûmeta Fransa bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Herwiha Emmanuel Suke got, Fransa giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û ew kar ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Hewlêr, Bexda û Parîsê de dikin.