Ji bo parastina sindûqan 594 hezar endamên hêzên ewlehiyê hatine erkdarkirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê êdî bo hilbijartinên şaredariyê yên 31ê adarê çend roj mane û di rojeva rayagiştî de mijara ku ciheke berfireh digre ewlehiya hilbijartinê û parastina sindoq û dengan e. Rayedarên rêxistinên ku ser sindoqan çavdêriyê dikin dibêjin din ava gel de li ser ewlehiya dengan metirsiyek heye.Welatî jî  encamên sindoqan ji rastiyê dûr dibinin.

Nêzîkî 61 milyon û 441 hezar hilbijêrên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dê vê Yekşemê biçin ser sindoqan û ji bilî dengdayînê tedbîrên di derbarê ewlehiya hilbijartinê û parastina sindoqan jî di salên dawî de di pêvajoya hilbijartinê de girîng in. Herçiqas 34 partiyên siyasî yên ku dê bikivin hilbijartinên 31ê adarê de bi milyona endamên xwe li ser sindoqan erkdar kiribin jî Rayedarên rêxistina oy ve otesî ku ev bi salaneli ser sindoqan bi dehhezaran kesan erkdr dike dibêje din ava gel de ji bo ewlehiya dengan metirsiyek heye û welatî nema dixwazin biçin ser sindoqan.

Serokê Rêxistina Oy Ve Otesî Mehmet Bîlgîç ji K24ê re got: “Armanca me ev ku em di hilbijartinên 31ê Adarê de li 49 bajaran û bi 50 hezar çavdêran li ser 182 hezar û 500 sindoqan parastina dengan bikin. Taybatî em giringiyê didin 30 bajarên mezin û 11 bajarên ku di 6ê sibatê de erdhej lê çêbûye. Ya rast piştî 28ê gulanê hilbijatinên sala borî din ava welatiyan de şikestinek çêbûye bawerî bi encamên sindoqan nemaye hetta bi rêjeyeke zêde dengdêran naxwazin biçin dengdayînê jî.”

Welatiyên ku di nava salekê de vê bo cara sêyem biçin ser sindoqan jî di diyar dikin ku wezrê kare navxweyî ewlehiya sindoqan paşguh kiriye û ew bawerî bi encamên sindoqan nabînin.

Welatî Mustafa Dogan: “Di dema ku wezîrê kare navxweyî ji bo partiyekê karên hilbijartinê birêvedibe nepêkane ku em bejin dê ewlehiya hilbijartinê hebe. Di şûna ku wezîrê kare navxweî bêalî be û li ser ewlehiya hilbijartinê bergiriyan verbigre li Stenbolê ji bo hilbijartina namzedê partiyekê dixebite. Bêgûman di mijara ewlehiya dengan de em xemgînin.”

Welatî Ahmet Ovacik: “Li Tirkiyê ev bi salane dengê ku dikeve sindoqan de wekî xwe dernakeve. Her bi dek û dolabekê deng hatin guhertin û ez di vê baweriyê deme ku dê îsal jî heman tişt çêbe. Herwiha muxalefet jî div ê hilbijartinê de gellek siste e. Muxalefet vê carê zêde guh nade ewlehiya dengan.”

Herwiha li gel ku dê li ser sindoqan bi dehhezaran endamên partiyên siyasî hebin, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerkîlaya jî  ragihand ku di 31ê adarê li seranserê Tirkiye û bakurê ji bo ewlehiya hilbijaritnê  594 hezar hêzên asayîşê,leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.