Pêşewa Hewramanî: Em cudahiyê naxin navbera fermanberan

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Biryar bû îro mûçeyên hêzên ewlehiyê jî bên şandin lê nehatin şandin”. Navbirî piştrastiyê jî dide ku heftiya bê tevaya fermanberan mûçeyên xwe werbigirin.

Berevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 28.03.2024) tevlî bernameya Xê ya Kurdistan24ê bû ku Kovan Izet pêşkêşî dike û ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew pereyê ku ji bo mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve hatiye şandin wekî barimte negirtiye, tenê xwest sinorekî ji bo wan bêrêziyan dane yên ku bi xelkê Herêma Kurdistanê tên kirin, ku cudahî di navbera tex û çînan de tê kirin, mûçeyên hindek aliyan tên şandin û yê hindek aliyan na”.

Berevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Îro êvarê di dema belavbûna lîsta mûçeyan de nîgeraniyek li cem hêzên ewlehiyê û fermanberên wan wezaretan çê bû yên ku navên wan di lîsta mûçeyan de nînin”.

Navbirî tekez jî kir, “Wezareta Darayî heta vê êvarê jî li ser bizavên xwe berdewam bû ji bo ku vê arêşeyê jî çare bike. Heftiya bê hemî mûçexurên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe werbigirin, tevî hêzên ewlehiyê jî”.

Pêşewa Hewramanî amaje jî da, “Dema ku me mûçe didan û dahat di destê Hikûmeta Herêma kurdistanê de bû, hingê jî hindek ji xelkî digot ku eger em dahatan bidin destê Bexdayê, mûçe dê bi temamî bên dan û venamînin, lê ku petrol di destê me de nema, nihêniya dilê hindek kesan diyar bû ku digot bila hemî tişt di destê Hikûmeta Federalî de bin, lê niha em dibînin ku rewşa mûçexuran di destê Hikûmeta Federalî de çawa ye”. tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî awayan bizavê dike ku mûçeyên xelkî nesojin û bi her awayî be parve bike

Navbirî herwesa got, “Mafê Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî de diyarkirî ye û divê Hikûmeta Îraqê li ser dabînkirina mûçe û mafên xelkê Herêma Kurdistanê pabend be, ev jî erkê wê ye û divê bi cih bîne û ne xêreke bi me dike”.